Efrîn..Ji gundê Basûtê yê Şêrewa 4 sivîl hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 sivîl ji gundê Basûtê yê Şêrewa revandin. 

Çeteyan sivîlên bi navên Betal Fethî (42), Hisên Omer Elûş (22), Şêro Mihemed Xelîl (23) û Xelîl Mihemed Elî (21) revandin.

Li gorî nûçeya ANAH’yê, ev cara duyemîn ku çeteyên bi navê Furqeya El-Hemzat, bi bihaneyên ne rast ew sivîl direvînin.

Li gundê Mezin ji ber mayînan du zarok jiyana xwe ji dest da 2 jî birîndar bûn

Li herêmên dagirkirî rojane sûcên kuştin û revandinê li ser desten çeteyên dewleta Tirk pêk tên.

Li gundê Mezin ê Şêrawa mayîneke ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker danîbûn bi 4 zarok ve teqiya.

Di encamê de 2 zarokên bi navê Azad Ibrahîm Hisên ê 12 salî û Dilyar Hemo Hisên ê 11 salî jiyan xwe ji dest dan.

Her weha 2 zarokên bi navê Hisên İbrahim Hisên ê 9 salî û Nesrîn Mihemed Hisên a 12 salî birîndar bûn.

Piştire hate diyar kir ku her 4, zarokên apê hev in.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku, li navçeya Cindirêsê zilamek ku nû lê bicihbûye zarokeke du salî ya hevjîna xwe kuşt.

Navendê diyar kir ku mêr bi alîkariya hevjîna xwe bi kulman bi serê zaroka hevjîna xwe da heta ew kuşt û bi awayekî veşartî ew binaxkir.

Piştî ku bûyer ji aliyê cîranan ve hate eşkerekirin, herdûan li xwe mikurhatin ku wan zarok kuşt ji ber heta derengî şevê digeriya.

Şêniyên Silûk ji ber nebaşiya rewşa debarê xwepêşandan li darxistin

Her wiha çavkaniyekî xwecihî ji kantona Girê Spî yê dagirkirî, diyar kir ku şêniyên bajarokê Silûkê ji ber nebaşbûna rewşa debarê xwepêşandan li dar xistin.

Li gorî çavkaniyan, xwepêşandêran diruşmeyên banga derbaskirina madeyên lojîstîkê û derxistina malbatên çeteyan ji bajarok berz kirin.

Back to top button