Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 10 roj qedexeya giştî hat ragihandin

Ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsê Rêveberiya Xweser li gelek herêmên xwe ku 6’ê Nîsanê ragihandibû veguherande a giştî û 10 rojên din dirêj kir.
Qedexe wê ji 13 heta 22’ê vê mehê dewam bike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li hemû herêman 10 roj qedexeya giştî ragihand.

Rêveberiyê diyar kir ku qedexe ji 13’ê Nîsanê û heta 22’ê Nîsanê dewam dike.

Di dema qedexeyê de wê dikanên Sebzeyan û Kelûpelên xwarinê ji saet 8’ê sibehê heta 5’ê piştî nîvro vekirî bin.

Wê nexweşxane, dermanxane, firneyên nan, dezgehên ragihandinê, benzînxaneyên sotemeniyê û rêxistinên mirovî jî vekirî bin.

Her wiha wê tevgera cotkarên herêmê jî derbasdar be.

Rêveberiyê diyar kir ku wê hemû sînor werin girtin, tenê nexweş, şagirt û bazirgan wê karibin herin û werin.

Li gel vê qedexeyên giştî û beşî ên heyî li seranserî herêmê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de qedexeya giştî ya li herêma Firatê di roja 3’an de ye.

Her wiha qedexeya giştî ya li Qamişlo, Hesekê û Reqayê jî di roja 6’an de dewam dike.

Back to top button