Rûsya dîplomatên Almanya, Swîsre û Polonya dersînor dike

Doza Aleksey Navalny YE û Rûsya li hev sor kiriye.
Rûsya dîplomatên Almanya, Swîsre û Polonya dersînor dike.
Li dijî vê ji Almanya bertekên tund nîşan da û got, dersînorkirin wê bê bersiv nemîne.
YE jî dibêje, dersînorkirina dîplomatan nayê pejirandin.
Aloziya ji 2014’an ve navbera Brûksel û Moskovayê de, niha bi Navalny re gihaye asta herî bilind.

Krîza serokê mixalîfan Rûsya Aleksey Navalny êdî sînorên wekat derbas kiriye.

Ji ber Navalny Ewropa û Rûsya hatine pêşberî hev.

Wezareta Karên Derve ya Rûsya ragihand ji ber beşdarûbna dîpomatên Swîsre, Almanya û Polonya di xwepêşandanên piştevaniya bi Navalny re dê wan dersînor bikin.

Di daxuyaniya ku wezaretê doh parve kirî de, dîplomatên welatên navborî bi beşdarbûna xwepêşandanên neqanûnî tewanbar kir û ev kes weke “kesên nayên xwestin” destnîşan kir.

Wezaretê diyar kir ku ev dîpomat divê di demeke kin de derkevin derveyî sînor.

Merkel: Di navebra me û Rûsya de cudabûnek pir mezin ya fikir heye

Almanya li dijî derxistina dîplomatan bertekên tund nîşan da.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel îdiayên Rûsya bi “bêbingeh” bi nav kir û bi zimanekî tund şermezar kir.

Merkel ku bi serokomarê Fransa Emmanuel Macron re daxuyaniyeke çapemeniyê ya vîdeokonfrans lidar xistî wiha got:

Rûsya ji rêgezên mafê mirovan gelekî dure.

Wezîrê Karê Derve yê Almanya Heiko Maas diyar kir ku ger Rûsya dîplomatan dersînor bike wê ev yek bandorê li têkliyên navbera Birûksel û Moskovayê bike.

Ger Rûsya ev gava xwe di ber çavan re derbas neke wê bê bersiv nemêne.

YE: Dersînorkirina dîplomatan nayê pejirandin

YE jî helwesta xwe ya li ser mijarê diyar kir.

Berpirsê Bilind yê Polîtîkayên Parasin û Karê Derve yê YE Josep Borrell helwesta Rûsya bi tundî şermezar kir.

Borrell got, derxistina dîplomatan bi ti awayî nayê pejirandin.

Têkliyên di navbera Rûsya û YE de

Ji 2014’an ve aloziya di navbera Moskova û Brûkselê de despê kiribû.

Bi helwesta deshilata Rûsya ya li dijî Navalny re ev yek zêdetir bû.

Borrell di hevdîtina xwe ya doh li gel Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov de anî ziman ku têkliyên di navbera wan de di asta herî jêr de ye.

dimenê xwepêşandêr dema polîsa wan binçav dike û liwan dixin bidin

Hefteya derbasbûyî di xwepêşandanên piştevanîya bi Navalny û protestokirina deshilata Serokê welat Vladimir Putîn de 11 hezar kes hatibûn binçavkirin.

Tundiya polîsan li dijî xwepêşandêran li gel YE bûbû cihê helwestê.

Moskova jî YE di mijara Navalny de bi destwerdana karê navxweyî tewambar dike.

Back to top button