Li Stenbolê li dijî navenda polîsan êriş pêk hat

Li Stenbolê li dijî xaleke polîsan êrişa çekdarî hate kirin, di encamê de 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn

Êriş li dijî bendeke polîsan a li ber Edliyeya Stenbolê ya li naçeya Çaglayanê pêk hat.

Hat ragihandin di êrişê de 2 kes mirin, 3 jê polîs 6 kes jî birîndar bûn.

Piştî êrişê gelek polîs û tîma tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatin veguhestin.

Wezîrê Karên Hundir yê Tirkiyê Elî Yerlîkaya têkildarî bûyerê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da û ragihand ku 3 jê polîs 5 kes birîndar bûne.

Yerlîkaya, da zanîn ku her du kesên jiyana xwe ji dest dane kesên ku bi çekan êrîşî benda polîsan kirine.

Yerlîkaya yê pişt re daxuyaniyeke nû da, diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane endamên rêxistina bi navê Eniya Partiya Rizgariya Gel a Şoreşger, DHKP/C’ê ne.

Back to top button