Li Ewropayê çalakiyên cotkaran

Di van demên dawiyê de li dijî bihabûnê, polîtîkaya rêveberiyên welatan ya çandiniyê û hin mijarên din çalakiyên cotkaran tên lidarxistin.
Vê carê jî li Spanyayê cotkar bi traktorên xwe daketin qadan û rê li çûn û hatinê girtin.

Piştî Almanya, Fransa, Hollanda, Romanya, Belçîka û Yunanistanê vê carê jî li Spanyayê cotkar daketin qadan û dest bi çalakiyan kirin.

Li Spanyayê cotkaran bi traktoran rê li çûn û hatinê girtin

Bi sedan cotkaran bi traktorên xwe xwepêşandan kirin.

Di çalakiyan de mijarên mîna bihabûn, burokrasî û polîtîkaya rêveberiyê ya çandiniyê tê protestokirin.

Di xwepêşandan de hin rêyên sereke hatin girtin.

Cîgirê Serokê yek ji dezgehên cotkariyê yê mezin a Spanyayê -ASAJA Donaciano Dujo têkildarî xwepêşandana cotkaran ji kanaleke televizyonê re axivî û got,

“Şêwe cuda be jî lê li tevahiya Ewropayê derdê me yek e.”

ASAJA û dezgehên cotkaran ên din ji bo roja pêncşemê banga çalakiyan kiribûn lê gelek cotkaran bi traktorên xwe îro dest bi çalakiyan kirin.

Cotkaran li gelek bajaran heta sînorê Fransayê rê li çûn û hatinê girtin.

Li ser traktoran pankartên ku li ser “Cotkar nebin zad jî nîne” nivîsandî hatin bilindkirin.

Li Fransayê ji bo cotkaran piştgiriya 150 mîlyon Euro hate ragihandin

Back to top button