Hesekê-QSD piştî nakokiya 4 salan 2 eşîre li hev anîn

Komîteya Lihevhatinê ya Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD’ê û rûspiyên êlên Hesekê, êla El-Igêdat a Dêrazorê û êla El-Cihêş a Hesekê li hev anîn.

Komîteya Lihevhatinê ya Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD’ê ji bo li hevanîna Eşîreya El-Igêdat û El-Cihêş civînek li dar xist.

Piştî ku kesek ji Eşîreya El-Cihêş ji aliyekî kesekî ji Eşîreya El-Igêdat ve hate kuştin, nakokî di navbera her du Eşîran de derket.

Komîteya Lihevhatinê û gelek rûspiyên Hesekê ji bo ku ev nakokî bi dawî bibe, destwerdan kir da ku her du êlan li hev bîne.

Civîna lihevanînê li taxa Salhiye ya Hesekê hat li dar xist.

Di civînê de endamên komîteyê, bi dehan rûspiyên herêma Cizîrê, her du êl û oldar beşdar bûn.

Destpêka civînê, ji fermandarên Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD’ê yê herêma Cizîrê Hisên Selmo axivî û spasiya her du êlan kir, ku qebûl kirin li hev werin.

Selmo destnîşan kir ku divê ewlehiya herêmê bê parastina û wiha domand:

Dema eniya hundirîn hevgirtî be, eniyên şer dê xurttir bin.

Dawiyê herdu êlan spasiya hev kirin ku qebûl kirin li hev bên.

Back to top button