Li Şedadê saziyên Civaka Sivîl û Kongra Star êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.
Saziya Sivîl di derbarê êrişa dewleta Tirk a li ser gundê Şemoke yê Hesekê de daxuyaniyek da û got:
“Dewleta Tirk hemû nirx û pîvanên navneteweyî yên qedexekirina hedefgirtina sivîlan û avahiyên giştî yên wek dibistan, nexweşxane, perestgeh û sûkan, li ber çavê civata navneteweyî û dewletên garantor di serî de Rûsya derbas kirin ku xwedî li peymana xwe derneket.”
Bi heman aramancê Kongra Star jî daxuyaniyek da û got: “Tiştê ku li gundê Şemokê, bûye nîşana hovîtî û dijberiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmê.
Ev êriş hemû nirx û pîvanên exlaqî û qanûnî derbas kirin û wek sûcekî şer tê hesibandin.
Divê hesab ji êrişkaran were pirsîn û bê ceza nemîne.
Divê Koalîsyona Navneteweyî û dewletên têkildar bilez helwestên zelal nîşan bidin da ku rê li pêşiya vê hovîtiyê were girtin.”