Li Zanîngeha Rojava ezmûnên pratîk dest pê kirin

Li 4 fakulteyên Zanîngeha Rojava ezmûnên pratîk dest pê kirin.
12’ê Hezîranê wê ezmûnên teorîk jî, werin çêkirin.

Ezmûnên pratîk ên qonaxa 2’emîn li Zanîngeha Rojava dest pê kirin.

Ezmûn, li Fakulteyên Zanistên Xwezayî û Teknolojî, Endezyariya Avahî-saziya Ekolojîk, Endezyariya Petrol û Petrokîmyayê û Endezyariya Çandiniyê pêk tên.

Navendên van fakulteyan, li bajarokê Rimêlan, bajarê Qamişlo û Hesekê ne.

Wê ezmûnên pratîk 8’ê Hezîranê bi dawî bibin.

12’ê Hezêranê jî, wê zmûnên teorîk dest pê bikin û 25’ê Hezîranê bi dawî bibin.

Back to top button