Fêsel Miqdad dê serdana Iraqê bike

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Fêsel Miqdad dê îro êvarê bigihêje Bexdayê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sahaf derbarê serdana Meqdad daxuyaniyek da.

Ehmed Sahaf diyar kirin ku Wezîrê Karên Derve yê Hikumeta Şamê Fêsel Miqdad îro êvarê dê bigihêje Bexdayê û sibê dê dest bi bernameya serdana xwe bike û ev tişt anî ziman:

“Dê Mîqdad bi cîgirê serokê Meclisa Wezîran û wezîrê karên derve Fûad Hisên re hevdîtinê bike, piştre dê bi serokê hikumetê, serokkomar, serokê parlamentoyê û serokê Meclisa Dadgehê ya Bilind re bicive.

Li gorî Sahaf, di serdanê de, dê têkiliyên dualî yên Bexda-Şamê û rola Iraqê di vegerandina Sûriyê li Komkara Erebî de, bên nîqaşkirin.

Back to top button