Nijadperestiya li Amerîka..Kujerê Floyd bi kefaletê hate berdan

Polîsê bi navê Derek Chaûvîn ku 25’ê Gulanê pê li qirika George Floyd kir û bi vî rengî ew fetisand, bi kefaleta milyonek dolar hate berdan.

Li gorî nûçeya New York Timesê ku agahiyên xwe spartiye parêzerê Chaûvîn, ji bo berdana Chaûvîn kelafeta pêwîst pêşkêşî dadgehê hatiye kirin.

Dadger Jeannîce Redîng li ser serlêdaneke beriya niha ya polîsê kujer, hin şert diyar kir.

Dadger diyar kir ku divê Chaûvîn ji eyaleta Mînnesotayê dernekeve, têkiliyê bi malbata George Floyd re daneyne û hemû çekên xwe radestî polîsan bike.

Di bûyera 25’ê Gulanê de polîs Derek Chaûvîn bûbû sedema mirina George Floyd.

Tevî ku Floyd digot ‘bêhna min diçike’ Chaûvîn 9 deqeyan çoka xwe ji ser stuyê Floyd ranekiribû.

Piştî bûyera ku li pêş kamerayan qewimî di serî de li DYA’yê li tevahiya cîhanê xwepêşandanên li dijî nijadperestiyê hatibûn lidarxistin.

Back to top button