Azerbeycanê dêreke Ermenan ya 150 salî bombebaran kir

Şerê Ermenîstan û Azerbeycanê yê li ser Qerebaxa Çiyayî dewam dike.
Hate diyarkirin ku Azerbaycanê li Qerebaxê dêreke dîrokî ya Ermenan a ku temenê wê nêzî 150 sale, bombebaran kir.

Şerê di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de yê li ser Qerebaxa Çiya ji 27’ê Îlonê de bê navber dewam dike. Ji bo rawestandina şer bangên agirbestê yên navneteweyî jî heta niha bê bersiv mane.

Heta niha ji her du aliyan bi sedan kuştî hene. Ji ber şer û pevçûnan bi deh hezaran xelkê Qerebaxê jî koçber bune.

Hikumeta Ermenistanê diyar kir ku artêşa Azerbaycanê li Qerebaxê dêreke dîrokî ya ku temenê wê nêzî 150 sale, bombebaran kiriye.

Navenda Çapemeniyê ya girêdayî hikumetê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got, “Hêzên çekdar ên Azerbaycanê li bajarê Şûşayê Dêra Gazançetsos bombebaran kiriye.”

Navenda çapemeniyê wêneyên dêre jî weşand.

Serokwezîrê Azerbeycanê Îlham Alîyev têkildarî şer axivî û diyar kir Ermenîstan ji bo vekişandina leşkerên xwe ji Qerebaxê neçare dîrokekî diyar bike.

Alîyev da zanîn, piştî ku ev dîrok ji aliyê dewletên koma Mînskê de jî hat erê kirin, wê demê wê li ser hewldanên agirbestê bê sekinandin.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan jî diyar kir, armanca wan pêşî li qirkirineke din girtine û got, “Ti çareserî bi şIdetê pêk nayê. Lê polîtîka Azerbeycanê ewe ku pirsgirêka Qerebaxê bi şIdetê çareser bike.”

Back to top button