Li Eyn Îsayê koçberên Girê Spî çalakiyek li dar xistin

Sibe salvegera 1. a dagirkirina bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê ye. Bi vê boneyê îro koçberên ji Girê Spî li Eyn Îsayê çalakiyek li dar xistin û banga vegera li bajarê xwe kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî kir ku dewleta Tirk ji ber sûcên wê ceza bikin.

Meclisa Kantona Girê Spî bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî çalakiyek li dar xist.

Bi sedan koçberên Girê Spî, şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê û şandeyek ji Rêveberiya Xweser tevli çalakiyê bûn.

Çalakî li ber Çerxerêya Şaredariyê li navçeya Eyn Îsayê li dar ket.

Hevseroka kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl di çalakiyê de axivî û anî ziman ku bi hevkariya civaka navneteweyî dewleta Tirk sûcan li dijî gel pêk tîne.

Hêvîn bang li civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya dagirkeriya Tirk bigirin û vegereke ewle ji koçberan re peyda bikin da ku vegerin warên xwe.

Hevseroka Destya Jinan a Rêveberiya Xweser Cîhan Xedro jî di çalakiyê de axivî.

Cîhan Xedro bêdengiya navneteweyî li hemberî guhertina demografîk li dijî herêmên dagirkirî şermezar kir.

Her wiha banga rawestandina sûcên dewleta Tirk li axa Sûriyê kir.

Piştî çalakiyê şandeyek ji Meclisa Kantonê berê xwe da baregeha Rûsyayê ya li navçeya Eyn Îsayê û nameyek bi navê koçberên Girê Spî radestî wê kir.

Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Firatê daxuyaniyek da

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê jî bi heman armancû daxuyaniyek da û dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir.

Rêxistinê da zanîn ku dewleta Tirk bi vê êrişa xwe, qanûnên navneteweyî hemû binpê kirin.

Rêxistinê bang li civaka navneteweyî kir ku dewleta Tirk ji ber sûcên ku li wan herêman kirine, ceza bikin.

Back to top button