ÇETEYÊN “SULTAN MURAD” XORTEK JI TAXA EFRÎNA KEVN REVAND

Rojane ji Efrînê têkildarî kirinên artêşa tirk û çeteyên wê agahiyên rewşa kembax tên.û rojane şênî  tên revandin da ku pereyan ji wan bistînin.

Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê kiryar û binpêkirinên xwe li Efrînê didomînin.

Çeteyên bi navê “Sultan Murad” ên dewleta Tirk a dagirker xortek ji taxa Efrîna Kevn revand.

Xortê bi navê ( Ferhad Bêrem Hebo ) yê ji Gundê Hebo yê navçeya Mabata yê ye beriya 5 rojan ji mala wî hat revandin.

Li gorî agahiyan tenê di nava hefteyekê de zêdeyî 50 kes ku jin ji di nava wan de hene ji aliyê çeteyan ve hatine revandin.

DIBISTANA “TÎCARA” YA BAJÊR JI ALIYÊ ÇETEYAN VE WEKE ZINDANÊ TÊ BIKARANÎN

Her wiha veguhestina dibistanan û bikaranîna wan weke zîndan ji aliyê çeteyan ve didome.

Herî dawî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku navê “Polîsa Leşkerî” li xwe dikin, dibistana “Tîcara” ya navenda bajarê Efrînê kir navendeke revandinê.

Hat zanîn ku 32 şêniyên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin, di dibistanê de tên hiştin.

Leave a Reply

Back to top button