Encama topbarana li ser gundewarên Zirganê hat belgekirin

Encama topbarana hovane ya dewleta Tirk a li ser malên sivîlan û dibistanên li gundewarên navçeya Zirganê, hatin belgekirin.

Topbarana li ser gundê me hovane bû. Kurê min bi zehmetî ez ji malê derxistim.

Piştî malên me zerar dîtin û mal û milkên me wêran bûn, em ê bi ku derê ve biçin.

Ez bang li rêxistinên navneteweyî û NY`yê û çapemeniyên cîhanê dikinm da ku destwerdanê bikin.

Di encama van êrîşên hovane de tenê sivîl ziyanê dixin.

Back to top button