“Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû yek ji nirxên pîroz ên mirovahiyê”

Îro salvegera yek ji berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Elî Çîçek ku, di roja 67’an a berxwedana rûmetê de 17’ê Îlona 1982’an şehîd bûbû.
Komîteya Ciwanan a PKK’ê anî ziman ku divê bîranîn û mîrateya berxwedanê ya Elî Çîçek rast bê fêhm kirin ku mînaka ciwantiyê ya ruhê Apoyî yê ciwanên şoreşger û şoreşgeriya Kurdistanê ye.
Komîteyê got, “Em ê li ser vê mîrateya berxwedanê têkoşînê bidomînin.”

Komîteya Ciwanan a PKK’ê li ser salvegera şehadeta Elî Çîçek ku di roja 67’an a berxwedana rûmetê de 17’ê Îlona 1982’an şehîd bûbû daxuyaniyek weşand.

Komîteyê diyar kir berxwedana 14’ê Tîrmehê bû yek ji nirxên pîroz ên mirovahiyê û got,

“Ev ruh îro jî bi pêşengiya gerîla hîn jî dibe hêviya mirovahiyê.”

Komîteya Ciwanan a PKK’ê anî ziman ku darbeya faşîst a 12’ê Îlona 1980’î rûyê xwe yê rast li zindana Amedê nîşan da û got:

“Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li dijî mejiyê faşîst hate meşandin, nîşan da ku îradeya ji pola ya PKK’ê di nava ti şert û mercî de serî natewîne.”

Elî Çîçek bû yek ji şûrên herî tûj ên şoreşa me”

Komîteyê derbarê ji berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Elî Çîçek de ev tişt anî ziman:

Hevalê Elî Çîçek li dijî nokeriyê bi wêrekî tevlî nava têkoşînê bû û bi çalakiyên xwe bû yek ji şûrên herî tûj ên şoreşa me.

Di heman demê de bi dînamîzma ciwantiyê ji perwerdeyê heta bi rêxistiniyê seferber bû.

Ji bo ruh û baweriya şoreşgerî ji 7 heta 70 salî bigihêje gelê me bû semboleke milîtaniya bijarte.

Dema ku dîl kete destê dijmin, ji sekna xwe ya şoreşgerî qet tawîz neda.

“Em ê li ser xeta Elî Çîçek têkoşînê bi ser bixin”

Komîteyê dazanîn ku Elî Çîçek li hemberî dijmin li ber xwe da û bû rastiya şoreşgeriya Apocî û wiha cîh da gotinên Elî Çîçek:

Ez Elî me, hûn min baş nas dikin. Ez mikur nayêm, hûn nikarin sirekê ji min werbigirin.

Êşkenceya we tenê dikare canê min ji min bistîne. Hûn hemû xwe biceribînin.

Partiya min berxwedan hînî min kir. Wezîfeya min berxwedan e, ya we jî mikurkirin e.

Komîteya Ciwanan a PKK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku divê ciwanên welatparêz û şoreşger ên Kurdistanê bîranîn û mîrateya berxwedanê ya Elî Çîçek rast fêhm bikin û got,

“Dost û dijmin bila zanibin ku weke şopdarên Elî Çîçek em ê li ser xeta ciwantiya fedaî ya Apocî têkoşînê bi ser bixînin.”

Back to top button