PKK’ê spasiya sendîkayên navnetewî kir

Beriya çend rojan nêzikî 70 Sendîkayên li çar aliyên cîhanê, li Brezîlyayê civînek lidarxistin û ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin.
Komîteya Rêveber a PKK’ê spasiya wan sendîkayan kir ku mohra xwe danîn binê belavoka ji bo azadiya Rêber Apo.

Tevna Têkoşîn û Piştgiriyê ya Sendîkayî ya Navneteweyî 10-11-12’ê Îlonê li bajarê San Paûlo yê Brezîlya civînek li darxistin û bi belavokekê banga azadiya Rêber Apo kirin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê spasiya wan sendîkayan kir û got,

PKK: Çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo ku di asta cîhanê de tên kirin hêja ne

“Çalakiyên ku ji bo azadiya Rêber Apo di asta cîhanî de têne lidarxistin, bangên di vê çarçoveyê de têne kirin, em gelekî hêja dibînin.

Lewma spasiya wan sendîkayan hemûyan dikin ku mohra xwe danîn binê belavoka piştgiriya bi gelê Kurd û banga ji bo azadiya Rêber Apo.”

Di berdewamiya daxuyaniya PKK’ê de hate gotin,

“Bi vê bangê careke din eşkere bû ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo gerdûnî bûye, her roj hîn bêhtir xwedî lê derdikevin.

Ji bo hêvî û daxwaza têkoşînê ya ku fikrên Rêber Apo û projeya wî ya şoreşgerî dide mirovahiyê bi sînor bike, tecrîda giran lê tê ferzkirin.

Ji bo bidawîkirina vê tecrîda girankirî ku cihê xwe di nava pîvanên navneteweyî, exlaq, nirx û hiqûqê de nîne, weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em di nava têkoşîneke mezin a civakî de ne.

Bi vê têkoşîna xwe, em piştgiriya sendîkayên karkeran ên li San Paûlo gelekî girîng dibînin. Em hêvîdarin ku bangên bi vî rengî yên ji bo têkoşînê zêde bibin.”

PKK: Heta misogerkirina Azadiya Rêber Apo divê çalakî dewam bikin

PKK’ê dostên gelê Kurd yên ku di mijara danasîna paradîgmaya Rêber Apo de li gelek welatên cîhanê civînan û konserên piştgiriyê lidar dixin jî pîroz kir û wiha bi dawî kir:

“Paradîgmaya Rêber Apo ya gerdûnî bûye, di serî de li nava gelê me li tevahiya cîhanê bi coşeke mezin û daxwaza têkoşînê tê pêşwazîkirin.

Me hêviya xwe ti carî winda nekir ku heta misogerkirina azadiya Rêber Apo ev yek wê dewam bike.”

https://anfkurdi.com/kurdistan/pkk-e-spasiya-sendikayen-navneteweyi-kir-173728

Back to top button