Bi derfetên kêm, lê bi berxwedaniyek mezin gerîla derbên giran li dagirkeriya Tirk dixe.
Li Zapê, 13 leşkerên din ên dagirker hatin kuştin.
HPG’ê ragihand ku cenazeyê 6 dagirkeran di bin kontrola hêzên wan de ne.
Her wiha gerîla TV jî dîmenên 3 çalakiyên gerîla weşand.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xewn û xeyala dewleta Tirk a dagirkerina Kurdistanê têk dibe.
HPG’ê ragihand ku li Zapê 13 leşkerên arteşa dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Li ser berfirehiya çalakiyan Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.
HGP’ê diyar kir gerîlayên HPG û YJA Starê bi taktikên dewlemend gelek caran li dagirkeran dan û ev agahî parve kir:
16 Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkerên ku hewl dan xwe bigihînin ber tunelên şer hatin kontrolkirin.
Hêzên me bi sabotajê 2 caran li dagirkeran xistin.
Di van çalakiyan de ku hêzên me yên YJA Starê kirin, 5 dagirker hatin cezakirin.
Piştî vê çalakiyê, dagirkeran hewl dan teqemeniyan li tunelên şer bi cih bikin.
Bi çekên ferdî û nîv otomatîk li wan hate xistin.
HPG: Cenazeyê 6 dagirkeran di bin kontrola me de ne
Li vir jî 6 dagirkerên din hatin cezakirin.
Cenazeyê van 6 dagirkeran di bin kontrola hêzên me de ne.
Bi domdarî HPG’ê da zanîn li heman herêmê di çalakiyên cuda de 2 dagirker jî bi taktîka sekvanî hatin cezakirin.
Her wiha 7 çeper jî hatin derpkirin.
Herêma Zap, Metîna û Garê 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin
Ji têkbirina berxwedaniya gerîlayan arteşa Tirk a qirker jî êrişên xwe bi dijwarî didomîne.
HPG’ê eşkere kir ku herêma Zap, Metîna û Garê bi giştî 10 caran bi balafirên şer,
Û gelek caran bi helîkopterên êrîşê û topan hatin bombekirin.