Gerîlayên HPG û YJA Starê li Zapê darbên giran li dagirkeran dan.
Di encama çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeran daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê gêrîlayan li Herêma Zapê derbên giran li dagirkeran dan.
Li ser çalakiyên gêrîla ev agahî hate parvekirin:
“15’ê Îlonê li Qadên Berxwedanê 5 dagirker hatin cezakirin.
Her wiha 8 çeper jî hatin rûxandin.”
HPG’ê raghand ku hêzên YJA Starê di van çalakiyan de rolên serketî lîstine.
Têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker jî ev agahî hate parvekirin.
“Di 15’ê Îlonê de qadên gêrîla 5 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.
Her wiha herêma Zapê û Metîna ji aliyê helîkopterên êrişê û topan hatin bombekirin.”



