Li Şengalê bi meşeke girseyî daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin

Civaka Êzîdî û Erebên Şengalê bi meşeke girseyî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.
Hat diyar kirin bi saya Rêber Apo Şengal îro azad e.

Meş bi pêşengiya Rêveberiya Xweser ya Şengalê hate lidarxistin. Hejmareke zêde welatî, serokeşîr, kesayet û nûnerên sazîyên Şengalê beşdarî meşê bûn.

Meşê saet 09:00’an li ser rêya gundê Xelef ya bi ser Xanesorê dest pê kir û heta gundê Barê dewam kir.

Li wir Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Şengalê Nayîf Şemo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ev sîstema ku li vir hatiye avakirin, di encama ked û hewldaneke mezin a Rêber Apo de çêbûye û hemû pêkhate di nav de cihê xwe digirin.

Em ê jî fikrên Rêber Apo di her qadê de ji xwere esas bigirin û belav bikin.”

Piştî daxuyaniyê, Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo jî axivî û diyar kir ji ber şagirtên Rêber Apo pêşî li şerê DAIŞ’ê girtin û civaka Êzidî ji qirkirinê xilaskirin, tecrîda li ser girantir kirin.

Şemê Remo da zanîn ew ê weke jinên Êzidî ji bo azadiya Rêbertiya xwe timî di nava têkoşînê de bin.

Back to top button