Ebbas koordînasyona ewlekariyê ya li gel Îsraîl da rawestandin

Serokê Rêveberiya Filistînê Ebass ragihand ku koordînasyona ewlekariya ya li gel Îsraîlê dane rawestandin.
Welatên Rojavayî jî li cihê şermezarkirina êrişê, bêdengî û piştevaniya Îsraîlê kirin.

Li hember operasyona artêşa Îsraîlê ya li dijî Cenînê, Serokê Rêveberiya Xweser a Filistînê Mehmûd Ebbas ragihand ku ew hevahengiya pêwendî û ewlehiyê ya bi aliyê Îsraîlê re rawestandiye.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku doh êvarî hat dayîn de hat diyarkirin ku di hevdîtina Abbas a bi pêşengên Rêveberiya Xweser a Filistînê re ev mijar hatiye nirxandin.

Ebbas di daxuyaniya ku beriya niha bi rêya berdevkê xwe dayî de, bertek nîşanî operasyona Îsraîlê dabû û ev yek weke “sûcê şerekî nû” binav kiribû.

Di operasyonên berê de Rêvebiriya Xweser a Filistînê ragihandibû ku hevahengiya bi aliyê Îsraîlê re di warê ewlehiyê de hatiye rawestandin, lê ev yek bi temamî nehatiye bicihanîn.

Her du alî ji bo pêşîgirtina li êrîşên terorîstî û hevahengiya operasyonên mezin li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Filistînê de agahîyên îstixbaratê bi hev re parve dikin.

Amerîka piştevaniya êrişa Îsraîl a li ser Cenînê kir

Aloziya di navbera Îsraîl û Filistîniyan de, dibe sedema nerehetiya civaka navneteweyî.

Amerîka, teqezî li ser mafê Îsraîlê yê xweparastinê kir û daxwaza dewamiya hemahengiya ewlehiyê kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve got:

“Em piştgirîya ewlekariya Îsraîlê û mafê wê yê parastina gelê xwe li dijî Hemas, Cîhada Îslamî û komên din ên terorîst dikin.”

Berdevk her wiha bang kir ku “hemû tedbîrên pêwîst ji bo pêşîgirtina li windahiyên jiyanê werin girtin.”

NY ji şermezarkirina êrişa Îsraîl a li ser Cenînê reviya

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres jî piştî êrişan li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Guterres di daxuyaniya xwe de êrişên Îsraîlê şermezar nekir.

Guterres derbarê rewşa li Cenînê de dilgiraniya xwe ya kûr anî ziman û got,

“Divê hemû operasyonên leşkerî bi rêzdariya hiqûqa mirovî ya navneteweyî bên kirin.”

Ji Îsraîlê oparasyon: Li Şerîaya Rojava 8 Filistînî hatin kuştin

Back to top button