KCK: Dewleta Tirk bi destê PDK, daişê dixwaze Kampê vala bike

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk li pişt êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Mexmûrê ye û bi destê PDK’ê û DAIŞ’ê dixwaze Kampa Mexmûrê belav bikin anjî teslîm bigrin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê diyar kir ku gerîla sala 2014’an li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ”ê li ser Mexmûr, Hewlêr û Kerkûk bi erkê xwe yê parstinê rabû.

KCK’ê diyar kir ku şêniyên Wargeha Mexmurê di têk birina DAIŞ’ê de rolek diyar kir lîst, ji ber vê yekê ev Wargeha rastî êrîşên balafirên dewlet tirk û DAIŞ’ê tê.

KCK: Daîş ji ambargoya li ser Wargehê cesaret girt

KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo Kampa Mexmûrê vala bike, çawa bi destê DAÎŞ’ê êrîşî Şengal, Kobanê û Şoreşa Rojava kir, dixwaze vê yekê li Mexmûrê jî bike.

Her wiha KCK’ê de daxuyaniya xwe de balkişand li ser dorpêça li ser Wargeha Mexmur û diyar kir ku êrîşên DAIŞ’ê ya dawî têkiliya xwe bi dorpêça li ser Wargehê de heye.

KCK’ê diya kir ku, dewleta tirk bi van êrîşên xwe xwest şêniyên Wargehê tengav bike.

KCK: PDK ji ber daxwaza dewleta Tirk ambargoyê pêktîne

KCK’ê dorpêça li ser Wargeha Mexmur rexne kir û dewleta tirk û PDK’ê weke hevkarê dorpêça li ser Wargehê bi nav kir.

KCK: Divê hemû partiyên Kurd li dijî êriş û ambargoyê xwedî helwestbin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû partiyên siyasî yên Kurd kir ku li dijî dorpêça PDK’ê û êrişên li ser Mexmûrê xwedî helwestbin.

Back to top button