Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Rêveberiya Xweser, MSD û PYD’ê û Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyên cuda sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn xwestin.
Kongra Star û Platforma Çalakiyên Ekolojîk jî banga baldariyê li şêniyan kir.
Rêveberiya Xweser, PYD û MSD’ê jî bi daxuyaniyên cuda ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî û ji birîndaran re şîfa xwest û got ji bo derbaskirina bandorên vê felaketê ew amade ne her tiştê pêwîst pêşkêş bikin.
Di daxuyaniyan de hate gotin:
Ev felaket girîngiya nêzîkbûn û jiyana hevbeş pêwîst dike. Êş yek e, lê bandor li me hemûyan kir.
Em amade ne, di warê tenduristî û nexweşxaneyan de destekê pêşkêş bikin û kesên ji derveyî herêmên me yên ziyan dîtine pêşwazî bikin.
Saziyan bang li her kesî kirin ku destekê bidin birîndaran û kesên di bin enqazan de.
Kongra Star û Platforma Çalakiyên Ekolojîk banga baldariyê li şêniyan kir
Kongra Star û Platforma Çalakiyên Ekolojîk a Jinan jî, bi daxuyaniyeke hevbeş ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest û banga baldariyê li şêniyan kir.
KNK: Pêwîste saziyên navnetewî alîkariya mexduran bike
Her weha Konseya Rêveber a KNK’ê ji ber erdheja li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê daxuaniyek da û banga seferberiyê kir.
Konseya Rêveber a KNK’ê sersaxî xwest û got:
”Ev erdhej bueyerek xwezayî be jî, lê encamên polîtîkayên rejîma AKP-MHP’ê ye.”
KNK’ê bang li saziyên navdewletî kir ku bi erkên xwe rabin, ji bo alîkariya mexdûran tevbigerin û destê alîkariyê dirêj bikin.
Erd heji..Li 10 bajarên Bakur heta niha 284 kesan jiyana xwe ji dest dane