Rêveberiya Xweser: Dibistan û sazî heta 9 Sibatê tên girtin

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû dibistan, peymangeh û dezgehên Rêveberiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane rawistandin.

Ji ber erdheja ku li hemêrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû da, wekî tecbîr Rêveberiya Xweser biryarnameyek belav kir ku tê de tê gotin:

“Hemû dibistan, peymangeh û dezgeh ji 6’ê mehê heya 9’ê mehê tên girtin..

Di biryarê de hate bi bîrxistin ku saziyên ku pêwiste karê xwe bidomînin nayên girtin.”

Rêveberiya Xweser bang li xelkên herêmê kir ku ger erdhej çêbû, yekser berê xwe bidin cihên vala ku avahî lê tune ne.

Back to top button