Partî û rêxistinên Kurdistanî ên li Bakur ketin liv û tevgerê

Partî û rêxistinên Kurdistanî ên li Bakurê Kurdistanê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê re li Amedê navenda koordînasyona krîzê ava kirin.
Hevserok û Hevberdevkên partî û rêxistinan bi daxuyaniyeke seferberî ragihandin û banga alikariyê kirin.
Her wiha gelek şandeyên HDP’ê jî ber bi deverên erdhejê ve hatin sewqkirin.

Li Bakurê Kurdistanê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di bin xerabeyên avahiyên hilweşiyayîn de didomin.

Ji bo pêçandina birînên kesên di erdhejê de zirar dîtine Partî û rêxistinên Kurdistanî ên bakur ketin liv û tevgerê.

Li Amedê partî û rêxistinan navenda koordînasyona krîzê ava kirin

Partiya Demokratîk a Gelan, Kongreya Demokratîk a Gelan Partiya Demokratîk, Partiya Herêman a Demokratîk û Hêzên Têkoşînê yên Yekbûyî Koordînasyona Krîzê ava kirin

Hevserok û Hevberdevkên partî û rêxistinan li avahiya HDP’ê ya Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol daxuyanî da û bal kişand se karên ku divê bi lezgînî bêne kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Bi agahiyên herêmê têne wergirtin, piştevanî û alîkarî wê bê mezinkirin.

Rayedarên me xwe gihandin cihê erdhejê.

Di serî de hevserokên me, parlamenterên me ji b karên li herêma erdhejê koordîne bikin li wê derê ne.”

Piştî civîna li navenda HDP’ê pêk hatî, Hevserokên Giştî yênHDP’ê Mîthat Sancar jî daxuyaniyek da.

Sancar diyar kir ku navendên hilbijartinê yên li herêmê, hatine guherandina navendên koordînasyona krîzê û got:

“Divê her kes çi ji destê wî/ê tê bê teredut bike.

Ez dixwazin ji vir bang li raya giştî ya navneteweyî bikim.

Welatê me bi karesatek mezin re rû bi rûye. Piştevaniya navneteweyî pir girîng e.”

Gelek şandeyên HDP’ê ber bi deverên erdhejê ve ketin rê

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî dê li Amed û Edeneyê tev li xebatan bibin.

Her wiha gelek şandeyên HDP’ê jî ber bi deverên erdhejê ve hatin sewqkirin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê banga piştgiriya bi mexdûrên erdhejê re kir

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) jî banga piştevaniyê kir û got,

“Em bang li her kesî dikin ku ji aliyê madî û manewî ve piştgiriya mexdûrên felaketê bikin.

Em bang li civaka xwe û tevahiya mirovahiyê dikin ku li hemberî vê felaketê û mexdûrên erdhejê bi her awayî alîkariya madî û manewî bikin.”

Rêxistinên bajar û navçeyan ên HDP’ê jî ragihandin ku ji bo cihê mayînê, xwarin, lêgerîn û rizgarkirinê dest bi xebatan kirine.

Pekhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê kampanya piştevaniyê da destpêkirin

Her wiha Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê jî ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya piştevaniyê da destpêkirin û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwestin.

Back to top button