Nîlufer Koç: Lozan di heman demê de tinekirina jinê ye

Hevberdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç destnîşan kir ku Peymana Lozanê di heman demê de ji bo jinan tê wateya qirkirinê.

Hevberdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç encamên Peymana Lozanê û bandora wê ya li ser jinan nirxand.

Nîlufer Koç diyar kir ku dema Lozan tê gotin, stratejiyeke 100 salî ya ku gelekî tune dihesibîne tê bîra mirovan û got:

“Bi vê peymanê qirkirineke fîzîkî û çandî bi rengekî bê navber hate meşandin.

Bi taybetî li dijî jinan polîtîkayên taybet hatin meşandin.

Yanî li Kurdistanê jin hatin qirkirin.

Peymana Lozanê navê xwestina tunekirina gelekî ji ser nexşeyê nîşan dide ku vî gelî şaristanî ava kiriye”

Nulufer Koç: Neviyên rêberên Kurdan li ber xwe didin

Nulûfer balkişand li ser gotina pêşengên kurdan weke Seyîd Riza, Şêx Seîd, Simko Şikakî, Rindê Xan û Besê gotin, gotibûn ku wê

Neviyên me wê tola me hilînin” Mîna wan bi hezaran ewladên leheng ên gelê Kurd, bi têkoşînê nîşan dan ku ew ê ji azadiyê tawîzê nedin.

Weke neviyê herî mezin Rêber Apo, bi milyonan jin û mêr ên Kurd ên fedaî hatine rêxistinkirin îro xwediyê gotina pêşengên xwe derketin û tawîz nedan”

Nîlufer Koç: Bi qirkirina jinên Kurd xwestin çanda Kurd tune bikin

Nulîfer Koç herî dawî anî ziman ew dixwazin nîşan bidin ku peymana Lozanê têk çûye û weke çareserî jî pergala Konfederalîzma Demokratîk a Gelan e.

Rozerîn Bekir: Yekane bersiva li dijî Lozanê pergala netewa demokratîk e

Derbarê heman mijarê de jî Endama Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Rozerîn Bekir axivî û ev nirxandin kir:

“Lozan bû yek ji xeter naktirîn peymanên ku li ser hesabê gelên herêmê yên ‎Kurd, Ereb û Suryan tên kirin e

Ji dîroka wê de heya roja îro hemû pêkhate û bi taybet gelê Kurd rastî komkojiyan û qetilaman tê kirin.

Ji van polîtîkayên qirker herî zêde jin bandor bûn

Li dijî van polîtîkaya tekane çareserî projeya Netewa Demokratîk e.”

Bafil Telebanî banga yekîtiyê kir

Back to top button