Xelkê Hesekê cenazeyê şehîd Idrîs El Hemûd oxir kir

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Idrîs El Hemûd li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye oxir kir.

Şêniyên Hesekê û endamên tevahî sazî, navendên sivîl û leşkerî yên bajêr, tev li merasîma oxirkirina şehîd Idrîs El Hemûd (Dilbirîn) bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Cewad saxivî û sersaxî da malbata şehîd û got:

“Rêya şehîdan, rêya me ya pêkanîna armancên şoreşa me û pêkanîna hêviyên gelan e û dê ji bo gelên me bibin minare.”

Ji fermandarên Nivîsgeha Şehîdan a QSD`ê ya Herêma Cizîrê Mistefa Şerîf jî eşkere kir ku gelê herêmê xwedî li hêzên leşkerî derketin û bi tevahî rêbazan piştgiriya wê dikin da ku armancên şehîdan pêk werin û Sûriyeyeke demokratîk a azad, ava bibe.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wê kir.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd Idrîs li goristanê veşart.

Li Şedadê şehîd Selman El Ebdullah bi merasîmekê hat oxirkirin

Back to top button