QSDʹê nasnameyên 2 şehîdên li Reqayê eşkere kir

Çeteyên DAIŞ’ê duh êrişî Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê kirin. Hêzên QSD’ê û Asayîşê bersiva êrişê dan û çeteyek hate kuştin û yek jî bisaxî hate girtin. QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şehîdên bersivdayîna êrişa çeteyên DAIŞ’ê, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe ên di bersivdayîna êrişa çeteyên DAIŞ’ê li Reqqayê şehîd bûn, şeker kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kir ku xeteriya DAIŞ’ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê dewam dike û hat gotin:

“Êrişa çeteyên DAIŞ ya duh li bajarê Reqayê, piştî gef û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.”

QSD’ê diyar kir ku di dema bersivadayîna êrişê de şervanê wan Qenas û Ciwan şehîd bûn.

QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku operasyonên xwe dewam bikin heta ku rêxistina terorîst ji kolê rakin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya Şehîdan wiha ye:

Nasnav: Qenas
Nav û paşnav: Omer El Nasir
Navê dayikê: Lemya
Navê bav: Feyad
Cihû dîroka jidayikbûnê: Dêrazor/ 1999
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-26ʹê Kanûna 2022ʹyan

Nasnav: Ciwan
Nav û paşnav: Ehmed Silêman
Navê dayikê: Eyşe
Navê bav: Nasir
Cih û dîroka jidayikbûnê: Girê Spî 2002
Cih û dîroka şehadetê: Reqa/ 26ʹê Kanûna 2022ʹyan”

Back to top button