Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê

Dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên hov ên li Erîna dagirkirî dewam dikin. Çeteyan bi ser mala welatiyekê temen mezin de girtin û zêr û pereyên wê dizîn. Li navçeya Cindirêsê jî 209 dar û li navçeya Racoyê jî 120 ji aliyê çeteyan ve hate birîn.

Çeteyên dewleta Tirk hovîtiya xwe li Efrîna dagirkirî didomîn in.

Çeteyan êşkence li Efrîniya 75 salî kirin û pereyên wê dizî

Li gorî agahiyan 23 vê mehê çeteyên Feyleq Elşam ên girêdayî dewleta Tirk bi ser mala welatiya Temen mezin Fatma Cinêd de girtin.

Fatma 75 salî ji gundê Basofan ê Şêrawayê ye.

Hate diyarkirin ku çeteyan Fatmayê girêdan û pere û zêrê wê dizîn.

Çeteyên dewleta Tirk 209 dar li gundê Kefer Sefra birîn

Birîna darên zeytûnan ên welatiyan jî dewam dike.

Li gundê Kefer Sefra yê Cindrêsê çeteyên bi navê Semer Qend 209 dar birîn.

Hate ragihandin ku ev dar milkên welatiyên bi navê:

Reşîd Hecî Hiso, Ehmed Reşîd Mehmûd û Ebd Elhenan Hec Ebdo ne.

Çeteyan li gundê Cenceliya 120 dar birîn

Her wiha li gundê Cenceliya yê Racoyê çeteyên Feyleq Elşam 120 darên zeytûnan ên gundiyan birîn.

Ev darên ku tên birîn li bazaran wekî êzing tên firotin.

Beriya çend rojan jî dîmenek li ser tevna civakî belav bû ku tê de bi dehan erebeyên ku darên çeteyan birîne barkirîne ber bi bazaran ve diçin.

Back to top button