HRW: Tirkiye li Bakurê Sûriyê hêzeke dagirker e

Çavdêriya Mafên Mirovan sûc û kiryarên dewleta Tirk yên li herêmên dagirkirî ên Sûriyê eşkere kir û Tirkiye weke ‘hêza dagirker’ bi nav kir.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan “Human Rights Watch” derbarê sûc û binpêkirinên dewleta Tirk li herêmên ku li Sûriyê dagir kirine, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Rêxistina Human Rights Watch eşkere kir ku xelkên ji Sûriyê ji bo bi rengekî kêfî bên darizandin, bi rêbazên neqanûnî ber bi Tirkiyê ve tên şandin û bi rengekî zalimane ji aliyê dadgehan ve bi cezayên giran tên cezakirin.

Li gorî Human Rights Watch dewleta Tirk û komên wê yên çete, li Serêkaniyê 63 Kurd û Ereb Cotmeh û Kanûna 2019’an revandin.

HRW diyar kir ku îdîayên “hewldana ji bo xerakirina yekîtî û yekparebûna welêt” û “endametiya rêxistina terorîst” a van kesan pê sûcdar dibin, sûcdariyên “bi guman” û “xumamî” ye.

Rêxistina Mafên Mirovan HRW’ê diyar kir ku girtiyên di destê dewleta Tirk de ne, ti delîl têkildarî wan nîne ku nîşan bide “sûc kirine yan jî endamê komên şervan ên Kurd in.”

HRW dewleta Tirk weke hêza dagirker bi nav kir û bang kir ku divê dewleta Tirk dawî li girtina bi kêfî bîne û veguhastina van mirovan ber bi xaka xwe ve qedexe bike.

Back to top button