Keştiya Rûsya ya şer piştî 10 salan cara yekem li gel welatên endamên NATO wê beşdarî tetbîqateke leşkerî bibe.
Tetbîqata Aman-2021’an a gelek welatî, wê di meha Sibatê de li peravên Karaçî ya Pakistanê pêk were.
Di tetbîqatê de tevî Rûsya wê Pakistan, DYA, Bêrîtanya, Çîn, Japonya, Tirkiye, Filipîn, Malezya, Srî Lanka û Endonezya beşdar bin.
Herî dawî keştiya şer a Rûsya 2011’an di tetbîqata leşkerî ya “Bold Monarch” a li Spanya bi keştiyên NATO re pêk anî bû.
Li gorî raporeke NATO ya di rojên derbasbûyî de, Rûsya weke gefa herî mezin ya li dijî tifaqê hatibû destnîşankirin.