Gera duyemîn a danûstandinên Lîbyayê despê dike

Îro gera duyemîn a danûstandinên di navbera şandeya navneteweyî ya Lîbyayê û endamên diyaloga siyasî ya welat de destpê dike.

Şandeya navneteweyî ya Lîbyayê ji bo şopandina nîqaşên derbarê makenîzmeya diyarkirina desthilata rêveber li ser bingeha encamên dengdayîna makenîzmeyên ku hatine pêşniyarkirin wê bicivin.

Civîn wê bi beşdariya 75 endamên diyaloga Lîbyayî bi rêya online pêk were.

Endamên diyalogê di hefteya borî de 10 makenîzmeyên ku şandeya navneteweyî girêdayî diyarkirina meclisa serokatiyê û serokê hikumetê pêşniyar kirine, xistin dengdayînê û di encamê de yek mekanîzme hate hilbijartin.

Şandeyê diyar kir ku armanca wan ji civînê, aliyên Lîbyayê bigihêjin rêyeke guncew ji bo pêkanîna nexşerêya ku li ser hatiye lihevkirin.

Back to top button