Asayîşa PDK’ê li Kifrî ciwanek 21 salî kuşt û 1 jî birîndar kir

Li bajaroka Kifrî ya Germiyanê di encama gulebarana parêzvanên baregeha PDK’ê de xwepêşanderek jiyana xwe ji dest da, xwepêşanderek jî birîndar bû.

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên li dijî rewşa xira a siyasî, aborî berdewam dike.

Xelkên Başûr yên li Dihok, Silêmaniyê, Seyidsadiq, Kifrî, Kelar, Tekye, Çemçemal, Qeladiz, Pêncwên, Şarezur, Zerayen; Ranya û Pîremegrun dîsan daketin kolanan.

Li bajaroka Kifrî ya Germiyanê di encama gulebarana parêzvanên baregeha PDK’ê de xwepêşanderek jiyana xwe ji dest da, xwepêşanderek jî birîndar bû.

Di saetên êvarê de li bajaroka Kifrî ya Germiyanê welatiyan carek din dest bi xwepêşandanê kirin û daxwaza mafên xwe kirin.

Xwepêşanderan destpêkê baregeha Tevgera Goran dan ber keviran, piştre jî ber bi baregeha PDK’ê ve meşiyan. Parêzvanên baregeha PDK’ê de xwepêşandaran gulebaran kir. Di encam de ciwaneke 21 salî hate kuştin yek jî bi giranî birîndar bû.

Her wiah şêniyê Şêladizê jî li dijî tundiyê kuştin û binçavkirina ciwanan daketin qadan.

Şêniyên bajarokê Şêladizê li nava bazarê kom bûn û bênavber dirûşma “Azadî Azadî” qîr kir.

Back to top button