HRW êrîşên Îsraîlê li dijî Filistîniyan bi “apatheid” binav kir

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), ji bo polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Erebên li Îsraîlê û Filistîniyên xaka wan hatiye dagirkirin got, ‘apartheîd’ ango êrîşên nîjadî.

Hîn beriya rapor bê weşandin Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ev yek bi ‘belavoka propagandayê yê binav kir û wiha got:

Eleqeya xwe bi bûyer û rastiya li qadê nîne.

Ji aliyê rêxistineke ku li dijî Îsraîlê xwedî ajanda ye, hatiye amadekirin.

Mehên dawî rêxistinên civakî yên Îsraîlî mîna B’Tselem jî polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Erebên Îsraîlî û li ser Filistîniyên li Şerîa Rojava, Xezze û Rojhilatê Qûdsê bi gotina ‘apartheîdê’ pênase kirin.

Lê belê yekemcar di asta navneteweyî de rêxistineke civakî ya sivîl ku mafên mirovan diparêze got ‘polîtîkaya apartheîd’ê.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan diyar kir ku li gorî lêkolînên xwe gihîştine wê encamê hikumeta Îsraîlê li ser nifûsa Erebên Îsraîlî û Filistîniyên li xaka dagirkirî bi zanebûn serweriyê dimeşîne.

Li gorî HRW’ê dema ku ‘zilma bi rêk û pêk’ û ‘çalakiyên li derveyî mirovahiyê’ li ‘serweriya bi zanebûn’ bê zêdekirin, ev yek dibe sûcê ‘apartheîd’ê ango nîjadî.

Back to top button