Kurdên Rûsyayê dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Kurdên li Rûsyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dijî qadên gerîla û bêdengiya raya giştî ya navnetewî şermezar kirin.

Kurdên ku li navçeya Novaaleksandrovskiyê ya herêma Stavrapol a Rûsyayê dijîn daxuyaniyek dan û diyar kirin dewleta Tirk a mêtinger û qirker wê ti encamê ji êrîşan bidest naxe.

Di daxuyaniyê de Hevserokê Navenda Çanda Kurd Huseyîn Axmedov û endamê meclîsê Mustafa Asayev diyar kirin ku dewleta Tirk wê derbên mîna yên li Garê bixwe.

Hate diyar kirin ku dewleta Tirk qanûnên navnetewî binpê dike, çekên kimyewî bi kar tîne û li dijî bêdengiya raya giştî ya li hember êrîşên dewleta Tirk nerazîbûn hate nîşandan.

Back to top button