Êrişên Hûsiyan û avakirina Koalîsyona Navneteweyî

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Behra Sor koalîsyona navneteweyî berfireh dike.
Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder di daxuyaniya xwe de anî ziman wê ji 20 zêdetir welatan tevlî koalîsyona navneteweyî ya li dijî êrîşên Husiyan bibin.
Her wiha koalîsyona bi navê ‘Operasyona Muhafizên Refahê’ hatiye avakirin, tenê ji bo parastin û dewriye ya keştiyan be.

Pentagonê di 18’ê Kanûnê de ragihand ku li dijî êrîşên Hûsiyan li Behra Sor ‘Operasyona Muhafizên Refahê’ were avakirin.

Her wiha Pentagonê diyar kir ku ew ‘Operasyonên Muhafizên Refahê’ tenê ji bo parastin û dewriyeyê be.

Wezareta Parastinê yê Amerîkayê da xuyakirin, zêdetirî 20 welat tevlî koalîsyona navneteweyî dibin.

Pentagon: Ji 20 zêdetir welatan tevlî hêzên navneteweyî bibin

Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder di daxuyaniya xwe ya di civîna çapemeniyê ya rojane de wiha got:

“Hêzên ku ji bo ‘Operasyona Muhafizên Refahê’ hatine erkdarkirin, dê li Behra Sor û Kendava Adenê dewriyê bigerînin

û li gorî pêwîstiyê destwerdanê keştiyên bazirganiyê yên ku di vê rêya avê ya girîng a navneteweyî re derbas dibin, bikin.”

Patrick Ryder: Divê hûsiyan van êrişan rawestînin

Ryder anî ziman ku Hûsiyan ne tenê êrîşî welatekî, li ser rewşa aborî ya gelên li çar aliyê cîhanê dikin û ev tişt anî ziman:

“Divê Hûsiyan van êrîşan rawestînin.

Pêdivîye ku ew ji xwe bipirsin gelo ew dikarin bi tevahî civakan re rûbirû bibin

Bandorek neyînî li ser mîlyaran dolar bazirganiya cîhanî, aborî û qanûnên navneteweyî dikin.”

Ryder diyar kir ku Yûnanistan û Awustralya di nav wan welatan de ne ku dê tevlî hêza navneteweyî bibin,

Lê Ryder ji bilî welatên ku navên wan berê hatibûn eşkerekirin, navên beşdarên nû eşkere nekir.

Êrişên li ser Behra Sor

Abdulmelîk El-Hûsî, lîderê Hûsiyên Yemenê, 14’ê Mijdarê di axaftina xwe ya televîzyonê de gef li Îsraîl û Amerîkayê xwaribû.

El-Husî anî ziman ku ew dikarin keştiyên Îsraîlê yên li Behra Sor weke bersivdayîna êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê bikin armanc.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî jî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X’ê ragihandibû ku ew ê her keştiyeke bi ala Îsraîlê bikin hedef.

Piştre jî Hûsiyan li Tengava Bab El-Mendeb bi balafirên bêmirov û mûşekan êrîşî 2 keştiyên Îsraîlê yên bi navên “Unity Explorer” û “Number Nine” kirin.

Lîderê Husiyan derbarê Behra Sor de hişyarî da Amerîkayê

Back to top button