Nûçegihana ajansa Jînhayê Nagham Karajeh di encama bombebarana Îsraîlê ya li dijî mala wê ya li taxa Şûcaiyê ya Xezayê de birîndar bû.
Ajansa Nûçeyan a Jinê (JÎNHA) doh ragihand ku Nûçegihana ajansa wan Nagham Karajeh di encama êrîşekê li dijî mala wê ji serê xwe û lingê xwe yê rastê birîdar bûye .
Ajansa diyar kir ku ji ber gef û êrîşên li dijî nexweşxaneyan Nûçegihana wa nekarî birîna xwe derman bike .
Ajansa Nûçeyan a Jinê (JÎNHA) di dawiyê de da zanîn ku ji ber qutbûna înternet û kehrebê, nûçegihana wan di danûstandin û gihandina hûrgiliyên êrîşan de rastî astengiyan tê.