NY: Li Xezayê zêdeyî 570 hezar kes birçîbûnê re rû bi rû ne

Li ser rewşa mirovî yê Xezayê tevlî 23 rêxistinên sivîl Neteweyên Yekbûyî raporekî amede kir.
Di raporê de hat diyarkirin li Xezayê ku nifûsa wê 2,3 mîlyon e roj bi roj xetereya ‘birçîbûnê’ zêde dibe.
Neteweyên Yekbûyî ragihand li Xezayê ku di bin dorpêç û bombebarana Îsraîlê de ye zêdetirî nîv milyon kes birçî mane.
Rayedarê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê Arif Huseyîn piştî raporê anî ziman ku kêmbûna xwarin û avê rê li nexweşiyan vedike.

Neteweyên Yekbûyî jî di nav de ji hêla 23 rêxistinên sivîl raporeke derbarê rewşa Xezayê de hat amadekirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku 576 hezar kes di asta ‘felaket’ an ‘birçîbûnê’ de ne.

Li gorî vê raporê, rêjeya birçîbûna li Xezeyê, krîzên birçîbûnê yên ku di salên dawî de li Efxanistan û Yemenê hatine jiyîn, xistiye bin siya xwe.

Piraniya wan jin nêzî 20 hezar Filîstinî mirin

Di êrîşên Îsraîlê ku piştî êrîşa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de pêk hat de heta niha nêzî 20 hezar Filistînî ku piraniya wan jin in, jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha di êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê de zêdeyî 50 hezar Filistînî birîndar bû.

Li gorî raporê, bi deh hezaran sivîl di stargeh û konan de ne.

Bi deh hezaran sivîl di konan de ne

Rapora ku hatiye amedekirin hat diyarkirin nêzî 1,9 mîlyon Xezayî neçar man malên xwe biterikînin û ji wan zêdetirî mîlyonek jî di kampên Neteweyên Yekbûyî de mane.

Ji aliyê din ve di raporê de hat destnîşankirin ku di warê derman, pêdiviyên mirovî û madeyên xwarinê de weke berê kêmasî hene.

Kêmbûna xwarin û avê rê li nexweşiyan vedike

Rayedarê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê Arif Huseyîn piştî raporê daxuyanî da û got,

“Li Xezayê rewşeke birçîbûnê tê jiyîn. Ji vê rewşê xerabtir nabe.

Rewşeke bi vî rengî li Xezzeyê nehatiye dîtin.

Kêmbûna xwarin û avê rê li nexweşiyan vedike.”

Şerê Îsraîl û Hemas: 76 roj

Back to top button