KCK: Ji dewletê hêvî nekin, bi xurtî piştgiriya mexdûran bikin

KCK’ê li ser erdheja li Xarpêtê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku jiyan û ewlekariya gel ne di xema Tirkiyê de ye. KCK’ê bang li gel kir ku bêyî ji dewletê hêvî bikin piştgiriya mexdûrên erdhejê bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê erdheja li Xarpêtê daxuyaniyek da.

KCK’ê destpêkê ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest.

KCK’ê dest nîşan kir ku divê gel ji dewletê hêvî neke û mîna her dema karesatên xwezayî, piştgiriya mexdûran bike.

Erdheja li bajarê Xarpêtê
KCK: Jiyan û ewlekariya gel ne di xema Tirkiyê de ye

KCK’ê erdheja Marmarayê ya sala 1999’an bi bîr xist û got:

Bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Lê Tirkiyê alîkariya hatî komkirin ji bo desthildariya xwe xerc kir. Ev jî nîşan dide ku tenduristî û ewlekariya gel ne xema Tirkiyê ye.

KCK’ê diyar kir ku eger feraseta desthiladariya dewletê ya heyî neyê guhertin, wê di salên bê de gel qurbaniyên mezin bidin, lewma divê zexta li ser dewlet û desthilatdariyê ya ji bo wergirtina tedbîran bê zêdekirin.

Erdheja li bajarê Xarpêtê
KCK: Divê gel ji dewletê rizgar bibe

KCK’ê bang li gel jî kir ku bi xwe tedbîrên xwe bigrin û di rewşên weha de bi xurtî piştgiriya hev bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi erdheja li Xarpêtê careke din nîşan da ku divê gel ki dewletê rizgar bibe û xwe bi sîstema konfedraliya demokratîk rêve bibe.

Back to top button