Erdheja li Xarpêtê heta niha 39 kesan jiyan xwe ji dest daye

Li gorî daneyên fermî li Xarpêrtê di erdhejê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da. Doh bi şev jî cenazeyekî din ji bin kavilan hate derxistin.

Tê gotin ku li gorî bîlançoya fermî 39 kesî ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane.

Piştî hewldana tîmên tenduristiyê, kesê ji binê xirbe hate derxistin jiyana xwe ji dest da.

Yek ji deverên ku şêniyên herêmê bi şev lê man Parka Çandê ya Şaredariya Xarpêtê ya li kolana Meletiyê ye.

Lê belê li her konekî li parkê, li şûna 6 kesan herî kêm 11 kes dimînin.

Pirsgirêka herî mezin jî li konên hatine vedan, nayên germkirin.

Şêniyên herêmê jî ji bo xwe germ bikin ji neçarî li ber konan agir dadidin.

Dewlet tevî ku alîkariyê bi erdhejzedeyan re nake, her wiha li pêşiya kesên dixwazin bibin alîkar jî dibe asteng.

Heyeta HDP’ê di encama lêkolînên xwe de tespît kir ku li 60 gundan alîkarî nehatiye kirin û alîkariya hatiye kirin jî tenê li xizmên AKP’iyan hatiye belavkirin.

Back to top button