Filistînî: Ev peyman wê dagirkeriyê mayinde bike

Filistîniyan gef xwarin ku eger Serokê DYE’yê Donald Trump plana xwe ya “Aştiya ji bo Rojhilata Navîn” eşkere bike, ew ê xwe ji peymanên Osloyê vekişînin.

Li gorî Filistiniyan plan wê dagirkeriyê mayinde bike.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rizgariya Filistinê Saîb Erekat ji AFP’ê re axivî û diyar kir, ku eger Trûmp heta roja Sêşemê plana xwe ya li ser Rojhilata Navîn eşkere bike wê ji peymanên Osloyê vekişin.

Erekat got,

“Ev plan wê dagirkeriya demkî bike dagirkeriya mayinde.”

Tê payin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û hevkarê wî yê siyasî Benny Gantz îro Duşemê bi Serokê DYE’yê re hevdîtinê bikin.

Wezareta Karên Derve ya Filistînê bi daxuyaniyekê diyar kir, “Plana Trûmp komployeke sedsalê ye ji bo doza Filistînê bi dawî bike.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump wê di vê hefetyê de peymana sedsalê ragihîne.

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu jî ev hefte ji bo Israîlê wek “dîrokî” binav kir.

Back to top button