3 şervanê QSD’ê li Til Hemîs hat oxirkirin

Îro bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîsê şervanê QSD’ê Sedam Heskor li goristana şehîdan oxir kirin.
Di merasîmê de nasnameyên 2 şehîdên berxwedana rûmetê ku li Til Temirê şehîd bûne hat eşkerekirin.

Şervanê QSD’ê Sedam Heskor 15’ê Mijdarê li Girê Spî di berxwedan Rûmetê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd li goristana şehîdan a Til Hemîsê kom bûn..

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso axivî û got:

Ji bo li ser xakê bi rûmet bijîn ew li ber xwe didin û parastina yekîtiya xakê dikin.

Ev jî felsefeya şehîdan û rêgezên ku ew ji wan fêrbûne ne ye.

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 2 şervanên berxwedana rûmetê eşkere kir.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Mihemed Zahir bi nasnav Şervan, 5’ê Mijdara 2019’an li Til Temirê şehîd bû.

Ela Deham bi nasnav Dilo, 5’ê Mijdara 2019’an li Til Temirê şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button