Bakurê Kurdistanê..Jimara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 31,974’an

Li Kurdistanê birînên erdhejê tên pêçan.
Di demekî ku jimara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt nêzî 32 hezarî, rejîm li pey veşartina rastiyan e.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar li Meletiyê serdana mexdûrên erdhejê kir û got:
Ew ê bi hevre hesab ji berpirsyarên hilweşînê bipirsin.
Hemwextê vê, şirîkê rejîmê û serokê Giştî yê MHP’ê Bahçelî ji mexdurên erdhejê heta hunermend û parlamenteran gef li wan xwar.

Piştî erdheja bakurê Kurdistanê û xemsariyê rejîma Tirkiyê, rewşa derketî kembaxî ye.

AFAD’ê da zanîn ku di erdhejê de heta niha 31 hezar û 974 kesan jiyana xwe ji dest dane.

195 hezar û 962 mexdûrên erdhejê jî ji herêmên erdhejê hatine derxistin û ji bajarên cuda re hatine veguhestin.

Sancar li Meletiyê: Her kavilek cihê sûc e

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku li Meletiyê serdana mexdûrên erdhejê kir diyar kir ku her kavilek cihê sûc e û wiha got:

“Divê em bi hev re bikevin nav hewldanan ku berpirsyarên vê hilweşandinê bînin xala hesab pirsînê.”

Bahçelî piştî 9 rojan axîvî û disan gef xwar

Li gel ku navbera xebatên qanûnî hatiye dayîn jî, tekane partiya li Meclisê civîna komê li dar xistî MHP ye.

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku di 9 rojên erdhejê de axivî û ji derveyî deshilatê êrişî her kesî kir.

Mexdûrên erdhejê digot “Dewlet tune ye” û Bahçelî ji ber vê gotinê heqaret li mexdûrên erdhejê kir.

Bi domdarî Bahçelî Komeleya AHBAP’ê û Babala TV hedef nîşan da, weke “sextekar” pênase kir û got;

Divê êdî li ser televîzyonan kesek cih nede wan.

Bahçelî, Parlamenterê TÎP’ê yê Stenbolê Ahmet Şık ku nebûna dewletê ya li herêmên erdhejê rexne kiribû jî hedef nişan da.

Back to top button