AKP dixwaze hilbijartinê paşde bixe; ji mixalefetê bertek derket

Erdheja li bakurê Kurdistanê ku bendor li 10 bajaran kirî, encama rastiya AKP’ê li welat dayî avakirin raxist berçavan.
AKP ya dizane ev wê bibe sedema têkçûna wê dixwaze hilbijartinan direng bixe.
Rêveberên AKP’ê behsa paşxistina hilbijartinê kirin, mixalefetê li ser hev bi peyamên tund bertek nîşan dan.

“Ne Gulan û ne jî Hezîranê de nabe hilbijartin pêk were.”

Ev gotinên yek ji damezrênerên AKP’ û serokê berê yê Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyê Bulent Arinç bû sedema hêrsê.

Bi erdhejê re nîqaşa dê hilbijartin taloqî dîrokek pêş bê kirin an na ket rojevê.

Daxuyaniya ewil rayedarek AKP’ê di 9’ê sibatê de eşkere kir ku ew ê li geşedanan binêrin lê lidarxistina hilbijartinê ya di 14’ê gulanê de zehmet xuya dike.

Ji damezrînerên AKP’ê Bulent Arinç duh li ser hesabê xwe Twitterê daxuyanî da û xwest hilbijartin were taloqkirin û di mijdara 2023’yan de pêk were.

Demîrtaş: Paşxistina hilbijartinê wê bibe darbeyek siyasî

Piştî van gotina, Hevserokê berê yê HDP’ê Selahettîn Demîrtaş bertek nîşanda û bi peyama xwe ya li ser twitterê wiha got:

“Careke din hewil didin dinava hatin û çûnê de weke neyî nêzî Destûra Bingehîn bibin.

Ev wê bibe darbeya siyasî.”

CHP: DESHILAT JI HILBIJARTINÊ DIREVE, DÎROKA HILBIJARTINÊ DIYARKIN

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû têkildarî nîqaşa taloqkirina hilbijartinê axivî.

Kiliçdaroglû anî ziman ku hilbijartin tenê dikare di şert û mercên şer de were taloqkirin û Qanûna Bingehîn div ê mijarê de vekirî ye û ji kesî re normê hiqûqa taybet pêk nayîne.

Partiya IYI: Divê li gorî destûra bingehîn bê tevger kirin

Berdevkê Partiya IYI Kurşad Zorlu di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da wiha got:

“Hin daxuyanî derbarê roja hilbijartinê de tên eşkerekirin.

Pêvajo û pirsgirêkên welat û li gorî Destûra Bingehîn a di dema xwe de hilbijartin wê bibe nêzîkatiya sereke.”

Partiya Gelecek: Paşxistina hilbijartinê darbeyeke sivîl e

Berdevkê Partiya Gelecekê Serkan Ozcan jî got,

“Her hewldaneke ku nîqaşan gur bike û êşa me girantir bike, wê xeletiyeke dîrokî be.

Tevî ku destûra bingehîn eşkere ye.

Her pêngava ku berovajî vê yekê bê avêtin, wê li ber çavê me û gelê me weke Derbeyeke Sivîl bê dîtin.”

Partiya Deva: Erdogan nikare dema hilbijartinê paş bixe

Li aliyê din Berdevkê Partiya DEVA Îdrîs Şahîn bertek nîşanî îdiayên ku piştî erdhejê dibe ku hilbijartin bên taloqkirin da û ev tişt anî ziman:

“Ne YSK û ne jî Serokomar nikarin hilbijartinê taloq bikin.

Destûr di ser Serokatî û YSK’ê re ye.”

Back to top button