Rêveberiya Xweser bi William Robak re rûnişt

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi nûnerê Amerîkayê William Robak re hevdîtinek pêk anî.

Vê sibehê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balyoz û şandeyê fermî yê Amerîkayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê William Robak re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de pêşketinên dawîn ên siyasî û aborî li Sûriye û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet bûn mijarên nîqaşê.

William Robak tekez kir ku Amerîka û dewletên Koalîsyona Navneteweyî, wê bi her awayî piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk, Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser di hemû aliyan de bikin.

Back to top button