Haftar di navbera Amerîka û Rûsyayê de maye

DYA û Rûsya hewl didin serokê hêzên li rojhilatê Lîbyayê Hafter bikişînin aliyê xwe.
Di vê çarçoveyê de gelek hevdîtin jî têne kirin.
Hafter jî dixwaze rawabûnê bi dest bixe.
Her wiha hêzên xwe yên leşkerî jî xort bike.

Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) û Rûsya ji aliyekî ve li ser axa Ukraynayê bi hev re di nav şer de ne, li aliyekî jî hewl didin serweriya xwe li Lîbyayê ava bikin.

Herdû alî hewil didin serokê hêzên li rojhilatê Lîbyayê Xelîfe Hafter bikişînin aliyê xwe.

Ji aliyê din ve fermandarê Lîbyayê bi danîna hevsengiyê di têkoşîna van her du hêzan de hewl dide rawabûnê bidest bixe.

Her wiha bi vê yekê re zêdetir çekan bi dest bixe û hêza xwe xort bike.

Amerîka û Rûsya ku ji dûr ve li ser axa Ukraynayê bi hev re şer dikin, li parzemîna Afrîka jî ji bo bandora xwe têdikoşin.

Lewma jî hewl didin xwe nêzî Hafter bikin.

Di vê çarçoveyê de şandeke payebilind a bi serokatiya Cîgirê Wezîrê parastinê yê Rûsyayê Yunus-Bek Yevkurov di 22’ê Tebaxê de serdana Bîngazî kiribû.

Hr wiha di 24’ê Tebaxê de jî bi Hefter re hevdîtin kiribû.

Di 21’ê Îlonê de jî Fermandariya Hêzên Afrîkî ya Amerîkî (AFRICOM) Michael Langley bi Haftar re hevdîtin kir.

Piştî 5 rojan jî Haftar serdana Rûsyayê kir û ji aliyê Cîgirê Wezîrê parastinê yê Rûsyayê Yevkurov ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.

Hevdîtina Haftar bi rayedarên payebilind ên wekî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu re li ser xwesteka Moskowê pêk hat.

Amerîka dixwaze li Lîbyayê hebûna Rûsya bi dawî bike

Li aliyê din Amerîka zextê li Haftar dike ku koma kirêkirî a Wagner a Rûsî ji herêmên di bin kontrola xwe de derxîne.

Li hember derxstina hêzên Rûsyayê ji Lîbyayê, Haftar ji Amerîka dixwaze ku deshilata wî nas bike.

Her wiha çekên pêşketî, balafirên şer, balafirên bêmirov û pergalên parastina hewayî bide wan.

Li gorî agahiyan Amerîka di vê mijarê de bi erênî nafikire.

Rûsya ku berê çekên giran dabû Hafter, diyar kir ew amadene li eniya başûr jî li dijî hêzên NATO’yê piştgîriyê bidin.

Vê rewşê jî Haftar di navbera cezayên Amerîka û piştgiriya leşkerî û dîplomatîk a Rûsyayê de hiştiye.

Rûsya hewl dide bandora xwe li Libyayê xurt bike

Ji aliyê din ve Rûsya hewl dide bi riya Lîbyayê xwe ji dorpêça Waşîngton û hevalbendên wê rizgar bike.

Ji ber ku Lîbya di gelek mijarên leşkerî de ji bo Rûsyayê ciheke stratêjîke.

Lewma Rûsya hewil dide ku hwbûna xwe li wir mayînde bike.

Back to top button