Ji ber volkana li Girava la palma di 58 rojan de bêtirî 2600 avahî hilweşiyan

Şewata ku li Girava La Palma ya Spanyayê bi mehane lav jê diherike.
Li giravê şewata ku 58 roje li Çiyayê Volkanîk Cumbre Vieja bêtirî 2 hezar û 623 avahî şewitî ne.

Di daneyên ku ji aliyê Sîstema Şopandina Satelîtê ya Yekîtiya Ewropayê (Copernicus) ve hatin nûkirin de, hat diyarkirin ku lava ya ku ji volkan derdikeve qadeke 1,42 hektarî li herêmê giritye.

Lavê 2 hezar û 623 avahî hilweşandiye ku piraniya wan niştecih in û 111 avahî jî beşek wan ziyan ditiye.

Lava ku li herêmê rêya 76,9 kîlometroyî bi temamî girt û ji sê nuqteyan herikî nava deryayê.

Li kêreka gravê platformeke ji 41 hektarî pêk hat.

Di volkana ku rojane di navbera 12-15 hezarî de gaza sulfur-dîoksîtê derdixe, li herêmê hewayê qirêj dike.

Rayedarên hikûmeta herêmê ragihandin ku ji ber zêdebûna qirêjiya hewayê wê sibe dibistan bên girtin.

Di vê navberê de, 13’ê Mijdarê hate ragihandin ku kesekî 70 salî dema ku xweliyê volkanê ji ser banê xwe paqij dikir, ket û jiyana xwe ji dest da.

Pispor li bendê ne ku volkanê ku ji 19’ê Îlonê ve çalak e û ji ber herikîna lav û teqînên tund ên du hefteyên dawî kêm bûye, di demek kurt de vemire.

Back to top button