HRE: Divê gelê me ji çalakiyên MÎT’a Tirk hişyar bin

Hêzên Rizgariya Efrînê ji bo çalakiyên MIT’a Tirk ku endamekî wan ê dîlgirtî yê niha bi wan re kar dike, hişyarî da..

Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyek da raya giştî û got:

“Me di daxuyaniya xwe ya 19 Adar 2021’an de dabû diyarkirin ku 17ê Adarê, dema yekineyeke me li ser erka xwe disekinî, di navbera wê û dijminê dagirker de pêvçûn qewimîbû. Di vê pêvçûnê de, rêheval Rûken Zerdeşt şehîd bûbû û 2 kes jî dîl hatin girtin”.

Hêzên Rizgariyê anî ziman ku kesê bi navê Hekîm piştê ku di vê bûyerê de ket destê dijmin, bûye qontra û niha bi dijmin re hevkariyê kiriye û di demên dawî de, bi taybetî di çalakiyên ku ji aliyê MITê ve tên birêvebirin de cih digire.

Li ser vê jî, Hêzên Rizgariya Efrînê hişyarî da; ku pêwîst e gel li hember vê rewşê bi bihişyarî tev bigere.

Back to top button