Dadgeha Ewropî li dijî Tirkiyê amadekariya derxistina biryarekê dike

Dadgeha Ewropî ya Mafê Mirovan bo derxistina biryarekê derbarê doza ku Ermenîstanê dijî destwerdana Tirkiyê ji şerê bi Azerbeycanê re rakiribû, civînek li dar xist.

Ermenîstanê derbarê şerê bi Azerbeycanê yê bo desteserkirina herêma Nagornî Qerebax de destekdayîna Tirkyê ji Azebecanê re şermezar kir û li dijî wê li Dadgeha Ewropî doz rakir.

Ermenîstanê diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya xwe ya Ezerbaycanê re, hişt ku Ezerbaycan navçeyên din jî dest dayne ser.

Her wiha Ermenistanê daxuyakirin tevî ku Rûsya weke navbeynkar agirbest di navbera herdû aliyan de ferz kir jî, lê ji ber destwerdana Tirkiyê dibe ku dîsan şer derkeve.

Back to top button