Sûdan..hêzên artêşê êrişî xwepêşanderan kir, 3 kes hatin kuştin

Hêrsa gelê Sûdanê li dijî darbeya leşkerî zêde dibe. Doh bi deh hezaran kesên daketin meydanan nerazîbûna xwe nîşan da. Ji ber destwerdana hêzên artêşê, herî kêm 3 kes hatin kuştin.

Di serî de paytext Xertûm, doh li gelek bajarên Sûdanê, gel li dijî darbeya leşkerî rabû.

Bi deh hezaran kesên beşdarî çalakiyan bûn peyam dan ew ê dest ji azadî û demokrasiyê bernedin.

Di xwepêşandanan de bang li hêzên artêşê hat kirin ku li baregehên xwe vegerin.

Ji ber destwerdana leşkeran herî kêm 3 kes hatin kuştin.

Bi vî awayî ji roja destpêkirina darbeyê û heta niha, hejmara xwepêşanderên hatin kuştin bû 11 kes.

Back to top button