Macron û Putin li ser aloziya li sînorê Ukrayna axivîn

Rewşa li sînorê Ukrayna, Polonya-Belarûs di rojeva Moskow û Parîsê de bû.
Serokomarê Fransa Macron di peyanwediya xwe ya li gel Serokdewletê Rûsya Putin de piştevaniya xwe ya bo Kîevê ragihand.
Putin jî nerehetiya xwe ya ji tevgera DYA û NATO ya li Derya Reş anî ziman.

Serok dewletê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Fransayê Emanuel Macron di pêwendiyeke telefonî de li ser nakokiyên li rojhilatê Ukraynayê û krîza koçberan a li ser sînorê Belarûs-Polonyayê axivîn.

Di daxuyaniya Servîsa Çapemeniyê ya Kremlinê da Putin û Macron kêfxweşiya xwe ya ji bo Civîna Hevkariya Ewlekariyê ya Rûsya û Fransayê ya ku li paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin da diyarkirin û wiha hat gotin:

“Em ji civîna nû ya Konseya Hevkariya Ewlekariyê ya Rûsya û Fransayê ku 12’ê Mijdarê li Parîsê bi beşdariya wezîrên karên derve û parastinê ya her du welatan hat lidarxistin, kêfxweş bûn.

Serokên welatan diyar kirin ku wê têkildarî peywendiyên leşkerî û siyasî peywendiya navbera welatan dewam bike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Macron û Putin li ser nakokiyên li rojhilatê Ûkraynayê û herwiha hebûna NATO ya li Deryaya Reş axivîn.

Lîderan ji ber nebûna pêşketina di çareseriya aloziya navxweyî ya li Ukraynayê de aciziya xwe anîn ziman gotine rewşa li Donbassê xerab bûye.

Macron: Fransa amadeye yekparbûna xaka Ukraynayê biparêze

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Fransa de hatine parvekirin, Macron piştevaniya xwe ya ji bo Kîevê aniye ziman.

Macron ji Putin re gotiye, ew amade en ji bo yekparbûna xaka Ukrayna parastinê bikin.

Putin careke din nerehetiya welatê xwe ya ji ber tevgera NATO li Derya Reş anîziman.

Herêma Qerebax a Çiyayî û Lîbya jî du mijarên din yên sereke yên navbera aliyan de bûn.

Back to top button